Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, îro di konferanseke rojnemevanî de li ser rewşa dawî ya li Tengava Hurmizê axivî.
Pete Hegseth got ku Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl didin ku Tengava Hurmizê ji êrîşên Îranê biparêzin û wiha eşkere kir:
“Operasyona ku li Tengava Hurmizê bi navê "Projeya Azadî", demkî ye.”
Her wiha Hegseth da xuyakirin ku Amerîka li Tengava Hurmizê naxwaze şerekî derxe, lê ew ê bi wêrekî bersivê bide her êrîşeke Îranê ya li dijî keştiyan û wiha domand:
"Em ne li dû rûbirûbûnekê ne, lê destûr nayê dayîn ku Îran rê li ber welatên nebeşdar û kelûpelên wan bigire û nehêle ku ji rêyeke avî ya navneteweyî derbas bibin."
Hegesth: Agirbesta bi Îranê re hîn bi dawî nebûye
Di heman demê de, Wezîrê Şer ê Amerîkayê bal kişand ser agirbesta di navbera wan û Îranê de û got:
“Agirbesta bi Îranê re hîn bi dawî nebûye, lê divê Tehran jî ha ji kiryarên xwe hebe.”
Ji aliyê xwe ve, serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê General Dan Keane got ku êrîşên Îranê yên li ser keştiyên li Tengava Hurmizê heta niha negihaştine wê astê ku Dewletên Yekbûyî neçar bikin ku operasyonên şer ên berfireh ji nû ve dest pê bike.
CENTCOM: Keştiya balafirhilgir ji Deryaya Erebî derbas dibe
Di heman çarçoveyê de, Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya balafirhilgir USS George H.W. Bush (CVN 77) ji Deryaya Erebî derbas dibe.
CENTCOM diyar kir ku keştiya USS George H.W. Bush beşdarî Operasyona Azadiyê ya li Tengava Hurmizê dibe û zêdeyî 60 balafiran hildigire.