Li Îranê dijî polîsan êriş: 4 mirî 1 birîndar

Li Îranê di êrîşeke çekdarî de polîsek û 3 êrîşkar hatin kuştin leşkerekî payebilind jî birîndar bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medyaya Îranê 3 kesan li dijî navendeke polîsan ya bajarê Serwanî êrîşek çekdarî pêk anîne.

Di encama êrîşê de polîsek û her 3 êrîşkar hatine kuştin û kesekî payebilind jî birîndar bûye.

Heya niha aliyên peywendîdar di derbarê êrîşê de tu agahî parve nekirine.

Di 26’ê Tîrmeha îsal de jî li dijî avahiya Dadgeha Zahîdan a Îranê êrîşek pêk hatibû û di encamê de 6 kes miribûn û 22 kes jî birîndar bibûn.

Wê demê koma çekdar ya bi navê Ceyş El Edl (Artêşa Dad û Wekheviyê) berpirsyartiya êrişê girtibû ser milê xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye