Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Volker Turk diyar kir ku fişarên hikûmeta Îranê zêdetir bûne.
Di daxuyaniyekê de, Volker Turk got ku bidarvekirin, girtinên girseyî, şert û mercên dijwar ên girtîgehê, desteserkirina milkan û qutkirina înternetê ya dirêj di mehên dawî de, krîza mafên mirovan li Îranê zêdetir kiriye.
Turk bang li rayedarên Îranê kir ku bidarvekirinê bi tevahî rawestîne, cezaya mirinê rawestîne, mafê darizandina dadmend misoger bike û kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin, berde.
Neteweyên Yekbûyî : Di du mehan de li îranê 21 kes hatine bidarvekirin
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di du mehan de, ji destpêka êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê ve, herî kêm 21 kes hatine bidarvekirin.
Daxuyaniya NY destnîşan kir ku pênaseya "sûcê ewlehiya neteweyî" li Îranê pir berfireh û nezelal e û gelek kes, di nav de zarok jî, di metirsiya bidarvekirinê de ne.
Li gorî daneyên NY, ji 28'ê sibatê û bi vir ve, li Îranê zêdeyî 4,000 kes bi tawana ewlehiya neteweyî hatine girtin.
NY ragihand ku hin ji van kesan rastî windakirina bi zorê, êşkence û şêwazên nemirovane hatine.
NY destnîşan kir ku ev fişar bi taybetî li ser Bahayî, Zerdeştî, Kurd û Belûçiyan dijwar bûye.