Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, 2 çekdar li ser motorsiklêtekî, bi awayekî yekser gule li welatiyên sivîl reşandin.
Di encamê de ciwanê bi navê Ahmed El Ehmed û welatiyê bi navê Tewfîq Remedan Ceffûl hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên Çavdêriya Sûrî, di dema bûyerê de, dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikumeta Veguhêz li heman kolanê bû, lê wan ti destwerdan nekir.
Li Humsê jî li ser sînorê Sûriye-Lubnanê, welatiyekî Şîa hat kuştin.
Li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, welatiyê bi navê Heysem Ebbas Çezze bi guleyên hêzên Wezareta Parastinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê hat kuştin.