Şandeyeke Amerîkayê bi Ehmed El-Şeri re civiya

Rayderên Amerîka û Serokê hikûmeta Veguhêz duh li qesra serokkomariyê civînek pêk anîn. Di civîne de Şandeya Amerîkayê diyar kir ku, jiholêrakirina gefa DAIŞ'ê li Sûriyeyê wê metirsiya êrîşa rêxistina terorîst a li ser axa Amerîkayê kêm bike. Her wiha Hevjîna Amîral Brad Cooper Suzan Cooper û hevjîna Ehmed El Şeri Latîfa El-Droubî jî, hevdîtinek pêkanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke dirêje ku Amerîka bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk, şerê DAÎŞ'ê dike, di vê dawiyê de jî, Hikîmeta Veguhêz dixweze mijara şerê DAÎŞ'ê têxe bin serweriya xwe.

Li qesra Serokkomariyê li Şamê di navbera Rayderên Amerîka û Serokê Hikûmeta Veguhêz de duh civînek  pêk hat.

Di civînê de, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper, Balyozê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şeri amede bûn.

Şandeya Amerîkî diyar kir ku, jiholêrakirina gefa DAIŞ'ê li Sûriyeyê wê metirsiya êrîşa rêxistina terorîst a li ser axa Amerîkayê kêm bike.

Di heman demê de, şandeyê da xuyakirin ku ew ji bo pêkanîna vîzyona Serokê Amerîkayê Donald Trump a Rojhilata Navîn a geş û Sûriyeyeke aram, dixebitin.

 

Aliyan soza xurtkirina têkiliyan dan

 

Şandeyê ji bo pabendbûna Şamê ya ji bo berdewamiya hewildanên ji bo pêşvebirina armancên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û entegrekirina komên çekdar ên cûrbecûr di nav artêşa nû de, spasiya xwe pêşkêş kir.

Herdu aliyan soz dan ku li Sûriyeyê, li dijî DAIŞ'ê bisekinin û têkiliyên xwe xurt bikin.

 

SANA: Li qesra serokatiyê Suzan Cooper û Latîfa El-Droubî jî hevdîtin pêk anîne

 

Li aliyê din de Ajansa nûçeyan a SANA jî, ragihand ku li qesra serokatiyê, civînek di navbera hevjîna Cooper, Suzan û hevjîna El-Şeri Latîfa El-Droubî pêk hat.

Heman çavkanî dibêje di civînê de, mijarên mirovî û civakî yên berjewendiya hevpar û rola jinan di avakirina pirên têgihîştinê di navbera gelan de, hatin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24