Agirê şer li Sûriye zû bi zû nayê vemirandin.
Vê carê başûrê vî welatî bi taybetî jî parêzgeha Siweydayê bû navenda şerê herî giran.
Ew komên ku êrîşî vê navçeyê kiribûn, ji bilî dizî û talankirinê, jin jî revandin.
Çalakvana mafê mirovan Sewsen Ebû Reslan dibêje heya niha 79 jin windayî ne, çarenivîsa wan nayê naskirin, ji ber ku gelek ji wan ji aliyê komên êrîşker ve hatine revandin.
Piraniya van jinan Durzî ne ji gundê Necran ê Siweydayê ne.
Li gundekî Siweydayê dayikek û keça xwe hatibûn revandin
Dayikeke Durzî ji gundê Sehwet Belata yê Siweydayê ku ew bi xwe jî ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Hikûmeta Demikî ya Sûriyeyê ve hatibû revandin, pişt re hatibû rizgarkirin, behsa kêliyên revandinê dike û dibêje dema ku çekdaran gulle berdane wan, ew ji hişê xwe ve çû, lê birîna herî kûr ku di dilê wê de maye, ew e ku keça wê jî hatiye revandin û ew heya niha tiştekî li ser keça xwe nas nake.
Çekdar gefa kuştinê li jinên revandî dikin
Di nav wan dîmenên şer de yên ku hatine belavkirin, 4 jinên ji Siweydayê derdikevin ku ji aliyên komeke çekdar ve hatine revandin, û yek ji wan çekdaran gefan li Durizyan dixwe û dibêje heger girtiyên wan yên li cem hêzên Durzî neyên berdan, ew jî van jinan azad nakin û wê ji xwe re wek "Sebaya" li cem xwe bihêlin.
Peyva Sebaya peyveke Erebî ye, wateya wê jî, ew jinên ku di şer û êrîşan de têne girtin û ji aliyê êrîşkaran ve têne birin.
Berî 7 salan Daiş`ê 36 jin û zarokên Durzî revandibûn
Di dawiya tîrmeha sala 2018`an de, çekdarên DAIŞê jî êrîşê ser Siweydayê kiribûn û 36 jin û zarok revandibûn, niha jî di tîrmeha vê salê de careke din jinên Durzî ketin ber pêleke revandin û kuştinê, vê carê navê kesên ku êrîş dikirin hatibû guhertin, lê di naveroka xwe de êşa vê êrîşê ji ya 2018an girantir bû û hejmara wan jinên ku hatine revandin jî zêdetir bû.