Rûsya bi fuze û dronan êrîşî Ûkraynayê kir

Rûsyayê bi dronan û mûşekan êrişî Ukraynayê kir, şewat li Kîevê derket û herî kêm kesek hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaredarê Kîevê Vitali Klitîşko diyar kir ku ji ber êrişê, îstasyoneke metroyê li Kîevê û baxçeyeke zarokan zirar dîtin.

Her wiha Ûkraynayê roja Duşemê li ser balafirgehên sereke yên Moskovayê êrîş pêk anî. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 117 dron xistine xwarê, ji wan 30 li ser herêma Moskovayê bûn.

Heta niha du gerên dan û standinan li Stenbolê ti pêşveçûn çênekirine, li şûna wê dîlgirtî hatin guhertin û termên leşkerên hatin vegerandin.

Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump 50 roj dem da Rûsyayê ku  ya wê rêkeftineke aştiyê îmze bike an jî bi cezayan re rû bi rû bimîne, Kremlinê diyar kir  ew amade ye dan û standinan bi Ûkraynayê re bidomîne .

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24