Komîsyona Hilbijartinên Iraqê derbarê qedexeya hatin û çûyînê ya di nav bajarên Iraqê biryarek derxist.
Li gorî biryara Komîsyona Hilbijartinên Iraqê, ji 5’ê vê mehê (Mijdar) heya 13’yê mehê, piştî banga nimêja mexrebê, hatin û çûyîna di nava bajaran de tê qedexekirin.
Li gorî komîsyonê, ev biryar Herêma Kurdistanê jî digre nava xwe.
Hêjayî gotinê ye biryare di 11’ê vê mehê (Mijdar) de hilbijartina parlamentoya Iraqê bê lidarxisitn.
Di saet 07:00’ê danê siharê yê 8’ê vê mehê de jî propagandaya hilbijartinê dawî dibe.
Di 9’ê Mijdarê de dengdana taybet destpê dike û piştî wê di 11’ê Mijdarê dejî dengdana giştî pêktê.