Barrack diyar kir ku QSD û Şam nêzî lihevkirinê ne

Tom Barrack li ser dan û standinên QSD û Şamê got, "Em gelekî nêzîkî lihevkirinê ne.”

reset font size increase font size

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye Tom Barrack li Diyaloga Menameyê ya li Behreynê axifî.

Barrack di axaftina xwe de behsa gotûbêjên di navbera hikûmeta vegûhez ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de "bi awayekî baş bi rê ve diçin" û tekez kir ku tevlîkirin û hembêzkirina pêkhateyên Kurd, Durzî û Mesîhî, kilîda aramiyê ye.

Barrack di dewamê got: "Gotûbêjên bi QSD’ê re û beşdarîpêkirina wan bi awayekî sosret baş bi rê ve diçin."

Barrack her wiha derbarê hevdîtinên QSD û Şamê de ev anî ziman: "Em gelekî nêzîkî rêkeftinekê ne. Wan 10’ê Adarê hevpeymana îmze kiriye û vegeriyane ser hevpeymanê 10’ê Adarê."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye