Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê bi dirûşmeya “Em ji bo aştiyê dicivin” li pêşiya Karşiyaka ÎZBAN daxuyaniya çapemeniyê da.
Gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl û endamên rêxistinê yên DEM Partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Komeke nîjadperest û polîsan gef li girseyê xwar û piştre daxuyanî di bin dorpêça polîsan de hate dayîn.
Li ser navê platformê Zelîha Danyelî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Hemû hêzên ku piştgirî didin vê rejîma bi xwîn û komkujiyên wî, wê li ber dîrokê hesabê bidin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê pêwîstiyên gelên Sûriyê li ber çavan were girtin û tezkere neyê dirêjkirin.