Serokê Amerîkayê Donald Trump da xuyakirin ku eger Tehran dest ji bernameya xwe ya nukleerî bernede, ew amade ye careke din biryara êrîşekê li dijî Îranê bide.
Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî eşkere kir ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê, zirareke mezin gihiştiye tesîsên nukleerî yên welatê wî û got: Em dest ji dewlemendkirina uranyumê bernadin.
Di heman çarçoveyê de, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî jî diyar kir ku tu diyalog di navbera Îranê û Amerîkayê de tune ye.
Roja Înê, li Stenbolê wê nûnerên Îranê bi nûnerên Fransa, Brîtanya û Almanyayê re li ser dosyaya atomî û rakirina cezayan, dest bi dan û standinên nû bikin.