Talîban bi hinceta cilûbergan girtina jinan zêdetir kiriye

Li Efxanistanê Talîban di bin navê qanûnên îslamê, mafê jinan binpê dike. Netewên Yekbûyî ragihand ku di dema vegera Talîban li ser desthilatdariyê li Efxanistanê girtin û zextên li ser jinana zêdetir bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Efxanistanê Mafên jinan bi hinceta qanûnên îslamî têne binpêkirin.

Ji sala 2021`an û vir ve, dema ku Talîban vegeriya ser desthilatdariyê, qanûnên tund ê hiqûqî îsalmî ferz kir, yek ji wan qanûnan jî,  divê jin bedena xwe ji serî heta lingê xwe bigire.

Derbarê vê mijarê de, Mîsyona Alîkariyê  ya Nerweyên Yekbûyî (UNAMA) ya Efxanistanê daxuyaniyek da.

UNAMA ragihand ku ji 16-19 tirmeha vê salê hijmarek pir zêde ji jin û zarokên keç bi hinceta binpêkirina hicab hatine binçavkirin.

Li gorî şahîdên bûyerê eşker kirine ku di rojên dawî de, ekîbên girêdayî Wezareta Danasîna Fezîlet û Pêşîlêgirtina tiştên nebaş (El-emir bil-merûf û el- nehî en el-minker) li hin taxên herî qerebalix ên Paytexta Efganistanê digeriyan û jin digiritin.

Çavkaniyê da zanîn ku ew jinên ku hatine giritin abaye û hicab li xwekiribûn, endamên wezaretê hawl dan bi zorê wan li otomobîleke siwar bikin, lê nikarîbûn.

Piştire hin din ji wazaretê ku bi çek kirîbû ew jin bi zorê derbasî komyonekî biçûk kirin û birin.

Ji aliyê xwe ve jî, Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên yekbûyî li Efganistanê lêbûrîna xwe ji ber van bûyeran da û diyar kir ku ew bi rayedaran re , li ser vê mijarê axivîne.

 

Talîban qanûnên li hember jinan hişktir kiriye

Di dema vegera Talîban li ser desthilatdariyê di tebaxa 2021`an de, rayedarên Talîbanê soz dan ku ew ê li gorî hûkmê xwe yê salên 1996-2001`ê neçin û ew qanûnên xwe nermtir bikin. 

Lê kiryarên Talîban berovajî sozê wan e û li gor raporên UNAMA qedexeyên li dijî jinan zêdetir bû ye.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24