Li Humsê di êrîşeke çekdarî de keçek hat kuştin

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, kiryarên kuştin û birîndarkirinê roj bi roj zêde dibin. Komên çekdar ên nenas êrîşî şêniyan dikin, tirs û tevliheviyê di nava wan de çêdikin. Yek ji van jî li Humsê pêk hat. Çekdarên nenas êrîşê 2 xwişkan kirin, yekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di van demên dawiyê de, li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, êrîşên çekdarî zêde bûne.

Duh li taxa Ekrîme ya bajarê Humsê çekdarên nenas li motorsiklêtê siwar bibûn, 2 xwişk gulebaran kirin, di encamê de yekê jiyana xwe ji dest da, ya din jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî ajansa ANHA´yê, ji her du xwişkan yek 18 salî û ya din jî 14 salî ye.

 

Li Dêrazorê çekdaran êrîşî jinekê û hevjînê wê kir

 

Her wiha heman şiklî êrîşeke çekdarî li nêzî têketina bajarê Muhesen ê Dêrazorê jî pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdaran êrîşî welatiyê bi navê Fewaz û hevjîna wî kirin û di bin gefa çekê û qetilkirinê de, erebeya wan dizîn û reviyan.

Çekdarên nenas êrîşî taxekê li şamê kir

 

Di heman demê de, Li taxa Cebel El Werd a Şamê çekdarên nenas bi ser mal û dikanên sivîlan de girtin û li wan xistin. Her wiha pencere, kelûpelên dikan, erebe û motorsiklêtên li taxê şikandin.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku çekdarên êrîşkar cilên leşkerî û ewlehiyê li xwe kiribûn, di nav wan de yên rûgirtî jî hebûn. Kiryarên wan di nava şêniyên taxê de tirs çêkir.

Heman çavkaniyan diyar kir ku li taxên ku welatiyên Elewî lê hene, çekdar êrîşî malên wan dikin, Hikûmeta Veguhêz jî ti destwerdanan nake.

ji ber nebûna ewlehî û yasayê, sûcdar nayên cezakirin. Li herêmên di bin serweriya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de bûyerên wiha her ku diçe zêde dibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye