Roja 10`ê adara îsal, Encumena Wezîran a Îraqê razîbûna xwe dabû desthilatdayîna ji bo Wezareta Karên Navxweyî, da ku ji bo dabînkirina pergala parastinê ya dijdronê peymanê bi Desteya Pîşesaziya Cengê re îmze bike.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Îraqê diyar kir ku ev pergal ji bo parastina saziyên girîng ên wezaretê ye, da ku li hemberî hemû êrîşên bi dronan bên parastin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî jî got ku wan ji bo dabînkirina çend pergalên parastinê yên dijdron ên pêşketî, bi Desteya Pîşesaziya Cengê ya Îraqê re peymanek mohr kiriye.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman 10`ê Adarê gotibû ev pergal ne tenê ji bo navçeyên federal e, lê ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê jî dê were dabînkirin.
Lê belê Ebdulemîr Şemerî duh li ser vê mijarê got: "Ev pergal saziyên Herêma Kurdistanê nagire nava xwe."
Wezîrê Karên Navxweyî yê Îraqê her wiha destnîşan kir ku erka dabînkirina pergala parastina asmanî ya ji bo Herêma Kurdistanê li ser milê Wezareta Parastinê ye.
Ebdulemîr li ser rewşa sînoran jî ragihand ku sînorên Îraqê li gel welatên cîran di lûtkeya aramiyê de ne.
Şemerî bi taybetî li ser sînorê Îranê got: "Ti cure binpêkirineke sînoran nehatiye tomarkirin."