Ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Abdî peyama Kobanê

Bi vesîleya Roja Cîhanî ya Kobanê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî ya X’ê peyamekî parve kir.

reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi peyamekê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya X’ê hemû şehîdên berxwedana Kobanê û kesên ku piştgirî dan vê têkoşînê bi bîr anîn.

Berî 11 salan, 1’ê Mijdarê 2014’an bi milyonan Kurd û dostên li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana dîrokî ya Kobaniyê ya li dijî êrişên hovane yên DAIŞê daketin qadan.

Wê demê, Kobanê di bin dorpêçeke giran de bû lê şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên sivik li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê bi awayekî bêhempa li ber xwe da.

Ev berxwedan bû sedem ku wîjdanê cîhanê rabe ser pêyan û piştgiriyeke mezin a navneteweyî ji bo Kobanê re were dayîn.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ev got:

"Di Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobaniyê ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, em fedakariyên mezin ên ku şervan û gelê me ji bo parastina bajarê xwe û mirovahiyê bi giştî kirine, bi bîr tînin.

Her wiha em piştgiriya cîhanî û piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo hêzên me di wî şerî de û her kesên ku di wan rojên dijwar de li kêleka me sekinîn, wekî sembola yekîtiya mirovahiyê ya li hemberî tarîtî û tundiyê, bi bîr tînin.

Wê piştgiriyê hêz da me ku em rêxistinê li bajarê xwe têk bibin û ber bi bidawîanîna xîlafeta wê ya qaşo û avakirina paşerojeke baştir ji bo hemû Sûriyeyiyan ve gavan bavêjin."

Berxwedana Kobaniyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de bû werçerxaneke stratejîk.

Piştî banga cîhanî ya 1ê Çiriya Paşîn, Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê piştgiriya xwe ya asmanî zêde kir û ji Başûrê Kurdistanê jî Pêşmerge bi çekên giran di ser Bakurê Kurdistanê re derbasî Kobaniyê bûn.

Ev yekîtiya neteweyî û piştgiriya navneteweyî bû sedem ku efsaneya "têkneçûna DAIŞê" têk biçe û Kobanî piştî 134 rojan 26ê Kanûna Paşîn a 2015an bi temamî ji DAIŞê hat rizgarkirin.

Ji wê rojê ve, Kobanî wekî "Stalîngrada Kurdan" û sembola serkeftina vîna azadiyê li hemberî terorê tê naskirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye