Ev demeke li ser hebûna Heşdî Şebî niqaş tên kirin. Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser qanûna Heşdî Şebiyê hişyarî dabû Bexdayê.
Waşington destnîşan kir ku peşnûmeya ji bo Heşdî Şebiyê hatiye amade kirin dê Îraqê bike peykeke Îranê.
Amerîkayê tekez kir ku qanûneke wiha li dijî stratejiyên wan ên bihêzkirina saziyên ewlehiyê yên fermî yên Îraqê ye.
Di pêşnûmeya qanûnê ya destûrê de Heşdî Şabî dibe wekî beşeke ji artêşa Iraqê û bi Fermandariya Giştî ya Arteşê ve tê girêdan.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlil Heqê Qeys Xezelî diyar dike ku zextên derve yên ji bo hilweşandina Heşdî Şebiyê gihiştiye asteke pir xeternak.