Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ranebûye

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve, ev 3 rojin girtîne û ambargoya li ser her du taxan berdewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê nahêlin kes derbasî her du taxan bibe.

Her wiha Nûrî Şêxo, diyar kir ku qutkirina rêyan, enternet, elektrîkê û qedexeya derbasbûna xwarin, derman, şîrê zarokan û sotemeniyê weke hewldana pêkanîna kiryarên li dijî sivîlan in.

Nûrî Şêxo eşkere kir ku di navbera komîteyên hikumeta veguhêz de nakokiyên hundirîn hene û bi destwerdana dewleta Tirk ve vekirina rêyan asteng dikin.

Tevî ku gel ji ber dorpêçê li her du taxan zehmetiyan dikşînin, hewldan û berxwedanên gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şikandina dorpêçê didomin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye