Encamnameya civîna komîteya dîplomasiya hevbeş a Kurdistanî hate eşkerekirin

Encamnameya civîna 31’an a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku 4’ê Cotmeha 2025’an hatibû lidarxistin, hate eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 4`ê cotmehê, li paytexta Belçîka Brukselê civîna xwe ya 31’an li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK’ê li dar xist.

Civîn bi dawî hat û xalên encamnameyê jî ev in:

 

"Li ser birêz Ocalan tecrîd berdewam e"

 

"1- Di nava vê salê de, bi pêşengiya Birêz Ocalan, ji aliyê Kurd ve gelek gavên giring hatin avêtin.

Lê dewleta Tirk weke tê xwestin gav neavêtine. Erê hevdîtin berdewam in, lê hîna jî li ser Birêz Ocalan tecrîd berdewame.

Civîn, nîqaş û gavavêtinên li ser çareseriya pirsa Kurd giring dinirxîne û hêvî dike ku ev pêvajo bigihêje çareseriyek mayînde.

 

"Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye"

 

2- Li Sûriyê hember pêkhateyên Elewî, Durzî û Mesîhiyan komkujî pêk tên. 

Divê deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û Sûriyeyeke nenavendî bê xwestin û statuteyek destûrî ji Rojavayê Kurdistanê re bê misogerkirin.

Dema encamnameya civînê dihate nivîsandin, li bajarê Helebê li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, ji aliyê hêzên girêdayî rêveberiya Şamê ve êrîşî gel hate kirin.

Li gor encamnameyê, Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye û di vê demê de li Rojava yekrêziya navmala Kurdî gelek giring e.

 

"Gefên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in"

 

3- Êrîş, gef û destwerdanên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in.

Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statuya federal û gelek deskeftiyên me dikarin têk biçin.

 

"Îran ji bo jinan bûye zîndaneke vekirî"

 

4- Komara Islamî ya Îranê, mafên jinan û mafên demokratîk ên hemû gelên Îranê, binpê dike.

Îran ji bo jinan û ji bo hemû gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî.

Polîtîkaya darvekirinê jî berdewam e.

Civînê, bang li hêzên cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlin.

 

“Şerê Filistînê derbasî Libnan, Sûriye, Îran û Yemenê jî bû”

 

5- Li Filistînê şer berdewam e. Ev şer bi Filistînê ve sînordar nema û derbasî Libnan, Sûriye, Îran û Yemenê jî bû.

 

"Divê Birêz Ocalan were azadkirin"

 

6- Ev saleke bi Birêz Ocalan re hevdîtin têne kirin. Lê heta niha jî tecrîd ranebûye.

Tenê rakirina tecrîdê têrê nake, divê Birêz Ocalan were azadkirin.

Civîn, Kampaniya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî", destek dike.

7- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin.

Di dawiya encamnameyê de, ev yek jî hatiye destnîşankirin ku Kurdistan yek welat e û gelê Kurd xwedî mafê xwe yê çarenûsê ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24