Di 23`ê meha Gulanê de hilbijartinên Meclisa Gel li Hesekê û Kobanê hatin li darxistin. dîmenê erşîfê
Têkildarî encamên hilbijartinan 7 partiyên Kurd ên Rojava nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê nîşan dan.
Di daxuyaniyekê de, Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê ku ji 7 partiyên Kurd pêk tê, ev yek gotin:
"Hilbijartinên bi navê Meclisa Gel ku vê dawiyê li parêzgeha Heseke û herêma Kobanê û berê li Efrînê pêk hatibûn, dûrî hemû pîvanên demokratîk in.
Her wiha dabeşkirina kursiyan bi tevahî rêjeya nifûsa Kurd li Sûriyê û pêkhateya demografîk a parêzgeha Hesekê paşguh kir, ji ber ku ew bi awayekî bijartî hat kirin.
Vê yekê hesta bêhêvîbûnê di nav Kurdan de kûrtir kiriye."
Daxuyaniyê bal kişand ser beşdarbûn û nebeşdarbûna hinek partiyên Kurd û wiha got:
"Beşdarbûna hin hêzên siyasî di vê pêvajoyê de şikestin û dabeşbûna di nav civaka Kurd de ku hêviyên mezin li ser encamên konferansa 26'ê Nîsana 2025'an danîne, zêde kiriye.
Beşdarbûna hin kesan di pêvajoya hilbijartinê de bêyî şêwirîna partiyên Kurd, bûye sedema zêdekirina dabeşbûna di nav civaka Kurd de."
Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê di daxuyaniya xwe de banga xurtkirina diyaloga Kurdî û avakirina helwesteke siyasî ya yekgirtî kirin ku dûrî destwerdana derve û hesabên teng ên partiyan be.
Partiyên ku daxuyanî dane ev in:
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El Partî)
Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyê
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd a Sûriyê
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.