Şandeyên fermî yên her du welatan li ser dabeşkirina nasnameyên niştecihên Kampa Mexmûrê gihîştin rêkeftinekê.
Li gorî zanyariyên ku di rojnameya "Nefes" a Tirkiyeyê de hatine weşandin, ev pêngav ji bo hêsankirina vegera fermî ya penaberan bo Tirkiyeyê hatiye avêtin.
Di peymanê de hatiye destnîşankirin ku tu kes bi darê zorê nayê şandin û biryara vegerê bi temamî li ser daxwaza kesan bixwe ye.
Her wiha, ew penaberên ku nasnameya Îraqê wergirtine, dê karibin li nav xaka Îraqê bi serbestî bijîn û tevgerê bikin.
Rapora ewlehiyê ya MÎT’ê û rewşa niha ya kampê
Ev lihevkirin piştî raporeke berfireh a Saziya Sîxuriya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) hat nîqaşkirin, ku pêşkêşî Serokomarî, Wezareta Derve û Wezareta Hundirîn a Tirkiyeyê hatibû kirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku niha li Kampa Mexmûrê, ku 50 kîlometreyan dûrî bajarê Hewlêrê ye, 16 hezar sivîl û 2 hezar endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dijîn.
Kampa Mexmûrê ku di salên 1990'î de ji ber şer û şewtandina gundên Kurdan li Bakurê Kurdistanê, ji bo koçberên Kurd hatibû avakirin, di salên borî de jî gelek caran rastî êrişên esmanî yên Tirkiyeyê hatibû.
Biryara valakirina vê kampê û dabeşkirina niştecihên wê li nav parêzgehên cuda yên Îraqê an neçarkirina wan a ji bo vegerê, di asta siyasî de wekî berdewamiya siyaseta guhertina demografîk û lawazkirina statûya penaberên Kurd li herêmê tê şirovekirin.