Li Berlînê saziya YEKMAL (Yekîtiya Malbatên Kurdistanî) pêşengiya projeyê dike.
Dibistana Seretayê ya Perwerdeya bi Kurdî wê bi navê siyasetmedarê Kurd Riza Baran were vekirin.
Her çendî piraniya waneyan wê bi Kurdî bin jî, lê şagirt wê hin waneyan bi Almanî jî bibînin.
Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027-28’an, Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke.
Dibistana seretayî ku di qonaxa avakirinê de ye, dê bibe yekemîn dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî li Almanyayê û dê modeleke perwerdeyê ya nûjen û duzimanî were dayîn.
Komeleya Yekmalê rêxistineke xweser a koçberan ne.
Ev komale zêdeyî 30 salan e ji bo perwerdeya pirzimanî, çand û zimanê Kurdî dixebite.