Trump: Rexnekerên peymana Îranê yan çavnebar in an jî ehmeq in

Piştî demekê ji bendewarî û dan û standinan, peymana di navbera Îran û Amerîkayê de ji her du aliyan ve hat îmzekirin. Di dema îmzekirina peymanê de ji hêla serokên Amerîka û Îranê ve, gelo bertekên cîhanî der barê wê de çi ne?

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî çend hefteyan ji dan û standinan, gihîştin rêkeftineke destpêkê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di bersiva rexnegirên îmzekirina peymana Îranê de, li ser Tora Civakî ya Truth Socialê nivîsek belav kir û wiha got:

Wêneyê belavoka Trump bi kat bîne

Wêne di navend de ye, di folderê min de, bi navê Trump

"Ev ehmeqên ku difikirin ku ez li hemberî Îranê têra xwe hişk nebûme,

Di demekê de ku bazara borsayê nû gihîşt asta bilind a rekorê û buhayên Petrolê dadikevin

an çavnebar in, an mirovên xerab in, an jî ehmeq in.

Werin em Amerîkayê dîsa mezin bikin."

Macron: Ev peyman rê li ber aştiyeke mayînde vedike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron vîdyoyek weşand, dema ku Trump bîrnameya di navbera Tehran û Washingtonê de îmze dikir û wiha nivîsand:

"Ev peyman rê li ber aştiyeke mayînde vedike û dê rê bide vekirina Tengava Hurmizê.

Ev gaveke girîng e di rêça rast de ji bo hemwelatiyên me, ku dê di demeke nêzîk de buhayên enerjiyê kêm bike."

Mesûd Pezeşkiyan peymana bi Amerîkayê re îmze kir

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îmzekirina peymana 14 xalî ragihand. 

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan îmzekirina peymanê ji hêla xwe ve jî eşkere kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê wêneyekî Pezeşkiyan weşandin ku peymana bi Amerîkayê re îmze dike.

Mihemed Şehbaz Şerîf jî peyman îmze kir

Têkildarî vê mijarê, Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf, wekî navbeynkarê di navbera Îran û Amerîkayê de jî peyman îmze kir, ku ev peyman bi navê "Bîrnameya Aştiyê ya Îslamabadê" tê zanîn.

Beqayî: Materyalên Nukleerî dê neyên veguhastin

Her wiha, duh berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî behsa materyalên nukleerî yên Îranê kir û wiha axivî:

"Me ji destpêkê ve gotiye ku materyalên nukleerî yên dewlemendkirî dê ji derveyî Îranê neyên veguhastin.

Sivikkirina materyalên dewlemendkirî ne vebijêrkeke nû ye.

Lê ew niha wekî vebijêrkekê hatiye destnîşankirin, da ku rê li ber vebijêrkên din bigire.

Vebijêrka ku ji bo me nayê qebûlkirin veguhastina materyalên nukleerî yên dewlemendkirî bo derveyî welêt e."

Vance: Ev bîrname li ser tevgeran dAisekine

Di heman demê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ji Kanala CBN Newsê re got ku yek ji xalên bihêz ên sereke yên bîrnameya têgihîştinê ya bi Îranê re ew e, ku ew li ser reftaran disekine, ne li ser gotin û daxuyaniyan.

Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance wiha lê zêde kir:

"Gelo ev rêberên nû dê bi awayekî cuda bi gel re tevbigerin?

Em bê guman vê yekê hêvî dikin.

Heke ne wiha be, em dikarin li gorî performansa wan a niha dadbariyê bikin.

Ji ber vê yekê ez dibêjim tiştê erênî yê vê bîrnameya têgihîştinê ev e, ku ne li ser gotinan e, lê li ser tevgerên wan e."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye