Rêveberiya Dîlgirtiyên Şer a li Ukraynayê, ragihand ku radestkirina cenazeyên leşkeran piştî li hevkariya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (CICR) ya di 23`ê cotmehê de pêk hat, cenaze ji alî Rûsiya ve, radestî Ukraynayê hate kirin.
Rêveberiyê da xuya kirin ku nasnameya cenazeyan wê ji aliyê pisporên darazê û dozgeran ve di bin çavdêriya daraziya Ukraynayê de, were eşkerekirin.
Her wiha Ukraynayê di havînê de jî cenazeyê hezar leşkerî wergirtibû.
Moskow û Kîeve di destpêka cotmehê de bi awayekî berdêlî 185 dîlgirtiyên şer berdabûn.
Di heman şarçoveyê de jî Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelensky, diyar kiribû ku zêdetirî 46 hezar leşker di şer de mirine û bi deh hezaran leşkerên din jî winda an jî dîlgirtî ne.