Di rûniştina dozê de ku li Dadgeha Cezayê giran a 14'emîn a Enqereyê pêk hat de, parêzerên Ahmet Turk anîn ziman ku dem di ser dozê re derbas bûye, biryara neşopandinê ya beriya niha ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabû bi bîr xist û daxwaza beraatê kir.
Dadgehê hikum da ku axaftina Ahmet Turk a sala 2011'an a li Herêma Newala Qesaba ya Sêrtê divê di çarçoveya azadiya fikirî de bê dîtin û ji ber ku sûc tê de nîne biryara beraatê da.
Ev doz yek ji wan hincetan bû ku Wezareta Karên Hundir di 4'ê Mijdara 2024'an de Ahmet Turk ji wezîfeyê dûr xist û qeyûm danî şûna wî.