Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ji televîzyona Medya Haber re axivî.
Dûran Kalkan di destpêkê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û got ku ev 27 sal in ku rêberê gelê Kurd di bin pergala êşkence û tecrîdê de ye.
Kalkan da zanîn ku tevî destpêkirina pêvajoyê lê “di tecrîda Îmraliyê de guhertin tune ye û berdewam dike” û eşkere kir ku tenê tecrîd hinekî lewaz bûye.
"PKK bi gavên ku avêtin biryardariya xwe nîşanê cîhanê dan"
Dûran Kalkan destpêkirina pêvajoyê nirxand û got:
“ Di 22'yê Cotmehê de bi hevdîtina Bahçelî ya li Meclisê re gavek hat avêtin.
Pêvajoyeke ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê re saleke xwe tije dike.
Di nava salekê de, Rêber Apo guhertinên mezin pêk anîn.
Rêber Apo ev tişt kirin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11'ê Tîrmehê de bi şewitandina çekên xwe nîşanî cîhanê da, ku bê çiqasî bi biryarin ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin.”
Kalkan: Ma kesek di rewşa rehînê de dikare çi bike
Her wiha Kalkan dest nîşan kir ku tevî guhertinên ku ji alîyê Ocalan û PKK ve hatine kirin, hîn tu gavên cidî ji alîyê Tirkiyê ve nehatine avêtin û wiha bi lêv kir:
“Hefteya borî Devlet Bahçelî axivî. Weke ku ew gotinên xwe yên ku digot "Bila Ocalan bê li Meclisê biaxive, li Enqereyê siyasetê bike" ji bîr kiriye û dibêje bila li Îmraliyê di rewşa rehîne de vê pêvajoyê bi rêve bibe, bila bang li Rojava bike.
Ma kesek di rewşa rehîne de dikare çi bike ” û anî ziman ku divê her kes rast rûnê û rast biaxive.
Kalkan: Yê vê pêvajoyê bimeşîne tenê Rêber Apo ye
Dûran Kalkan da xuya kirin ku wan ji destpêkê ve gotiye ku yê vê pêvajoyê bimeşîne tenê Rêberê Gelê Kurd e û divê Tirkiyê xwedî li axaftina xwe derkeve û wiha got:
“ Li beramberî tiştên ku me kirin, tiştek jî tenê ku wan kiriye tune ye. Komîsyon heye, diaxivin û mijûl dikin. Nayê zanîn bê wê çi bikin û tiştekî ne diyar heye”
Di heman demê de, Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan da zanîn ku "Ti kes nikare ji bilî azadiya Rêber Apo şervanekî jî ji çiyê daxîne."