Mîr Celadet Elî Bedirxan, di 26’ê nîsana 1893'an de li Stenbolê ji dayik bû û neviyê malbata Bedirxaniyan e.
Bavê wî, Emîn Elî Bedirxan, di nav damezirînerên Komeleya Bilindkirina Kurdistanê de cih girt.
Diya wî jî Senîha Xanim e.
Di sala 1935’an de bi yek ji edîtora kovara Hawarê Rewşen Bedirxan re zewicî.
Zarokên wan, Sînemxan û Cimşît, ji vê zewacê çêbûn.
Wî zaroktiya xwe li sirgûniyê derbas kir; ev yek çarenûsek bû ku ji aliyê rêveberiya Osmanî ve li ser malbata wî hatibû ferzkirin.
Wî xwendina xwe li Stenbolê dest pê kir û li bajarên cuda domand.
Ji bilî zimanê Kurdî, bi zimanên Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî û Erebî jî dizanî.
Piştî ragihandina komarê, neçar ma ku ji welatê xwe derkeve; li Almanya, Misir û piştre jî li Sûriyê di sirgûniyê de jiya.
Celadet Elî Bedirxan di sala 1927'an de li Beyrûtê roleke çalak di damezirandina tevgera Xweyîbûnê de lîst.
Hawar ji kovarekê zêdetir mîrata zimanekî ye
Ji salên 1930'î û pê ve jî, ew ji çalakiyên siyasî vekişiya û hemû enerjiya xwe da ziman û çanda Kurdî.
Piştre, 15'ê gulana 1932'an, li Şamê wî û hevalên xwe Kovara Hawarê weşandin, ne tenê kovareke wêjeyî bû; ew wekî laboratuwarekê ji bo zimanê nivîskî yê Kurdiya nû xizmet dikir.
Bingeha vê elfabeya ku îro jî ji bo Kurdiya nivîskî tê bikaranîn, di vir de hat danîn.
Ne tenê alfabe, lê her wiha wêjeyeke nû jî di nav rûpelên Hawarê de şêwe girt.
Hevokên rûpela yekem a Kovara Hawarê mîna ku di her serdemê de ji bo ku Kurd guh bidinê, hatiye nivîsîn:
"Hawar dengê zanînê ye.
Zanîn xwenasîn e.
Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin"
Mîrateke ku di zimanê nivîskî de tê dîtin
Her wiha berhemên wekî Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî û Ferhenga Kurdî îro jî wekî çavkaniyên bingehîn ji bo lêkolînên li ser zimanê Kurdî tên bikaranîn.
Celadet di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê Alfebeya Kurdî de wisa dibêje:
“Berî û piştî belavkirina elfabeyê min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan
bi kêrî min hatin.
Di nav wan de mirovinên yekcar nexwenda jî hebûn.
Ji lewra ez vê elfabeyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihêsibînim û
pêşkêşî wî dikim.
Ji xwe herçî yê wî ye, jî yê herkesi hejatir û spehîtir e.”
Ew di 15’ê Tîrmeha 1951'ê de, piştî qezayeke li bîreke avê ku di nameyên xwe de jê re digot Bîra Qederê jiyana xwe ji dest da.
Bedirxan, li Goristana Şêx Xalidê Neqşebendî ya li Şamê hat veşartin û tiştekî ji bilî pirtûkan li pey xwe nehişt.
Celadet Elî Bedirxan ne tenê bi nasnameya xwe ya siyasî; îro jî wekî yek ji stûnên herî girîng ên ziman, wêje û lêkolînên akademîk ên Kurdî ji hêla bi mîlyonan Kurdan ve ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin.