Xeteriya li ser Elewî, Durziyan li ser Kurdan jî heye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku komkujiya niha li ser Elewiyan, Durziyan, Xiristiyanan têne kirin, xetereyeke pir mezin nîşanî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide û tekane rê xweparastin û birêxistinbûn e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok rewşa Sûriyeyê piştî ketina rêjîam Baas'ê, komkujiyên li Siweydayê û peravên sûriyeyê ji ajansa Hewarê re nirxand. 

Xebat Andok diyar kir ku hikûmeta Demkî ya veguhêz a Sûriyê piştî hilweşîna rejîma Baas'ê nekarî tu aramî çêbikira,  berovaja wê, êrîşî pêkhatayên mîna Elewî û Durziyan kir û li ser wan komkûjî pêk anî.

Andok destnîşan kir ku wan dixwest êrîş Kurdan jî bikin, lê ji ber ku Kurd bi hêz in, xwe bi rêxistin û îsbat kirine, dikarin li ber xwe bidin, ji bo jiyana azad hemû xwe feda dikin û xwedî pergal in, vê yekê tirsek bi wan re çêkir û êrîşî Kurdan nekin.

 

 Andok: Gel ji bo xwe biparêze pêwiste xwe bi rêxistin bike

 

Andok diyar kir ku daxwaza vê hikûmetê heye ku Sûriyeyê bi awayekî din ê DAIŞ’ê , El Qaîdeyê bi rê ve bibe û got:

"Ev fikir xeteriyeke cidî li dijî pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybet jî li Kurdan nîşan dide. Ji bo wê daxwazên min ji Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku xwe birêxistin û bi hêz bikin û divê baweriya we bi we hebe."

Xebat Andok bal kişand ser tecrûbeyên Rêveberiya xweser û tekez kir ku Rêveberî dikare bibe pêşengê Sûriyeya demokratîk. 

 

 'Pêwiste lihevkirina civak û dewletê bi entegrasyon çêbibe'

 

Xebat Endok anî ziman ku dewlet her dixwazin civakê tune û asîmîle bikin û wiha lê zêde kir: 

“Niha li Sûriyeyê dixwazin Kurd bê maf bin, Elewî, Durzî tune bin. Ev tişt dihêle ku di navbera civak û Dewletê de her tim Şerê nekokî û ne qabûl kirin hebe.

Ji bo ev pirsirêk ji holê rabe, divê lihevkirina dewlet û civakê bi riya Entergrasyonê çêbibe. 

Xebat Endok got ku tişta ji dewleta Sûriyê tê xwestin, mafê xwe îfadekirin,  rêveberin û rêxistin kirina civakê qebûl kirine. 

Endamê Konseya Rêveber tekez kir ku Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û sûriyeyê ye, ji ber ku ji gelek gelên cuda beşdarî vê şoreşê bûn.

 

Barê şoreşa Rojava girantir dibe

 

Niha barek zêdetir dikeve ser milê Rojavayê Kurdistanê. Şoreş kûrkirin, ji çarçoveya leşkerî û siyasî derxistin, kirina şoreşeke çandî û jiyan guhertin.

 

Erka guhertina Rojhilata Navîn li pêşiya Rojava ye

 

Xebat Endok destnîşan kir ku dîrok erkek mezin dide pêşiya Rojavayê Kurdistan û Sûryeyê ye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24