Dezgehên çapemeniyê yên xwecih ragihandin ku li bajarê Humsê nêzî gundê Dibebe yê gundewarê Qisêr tam dora foca 64 teqîneke mezin çêbûye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî teqînê, hêzên ewlehiyê seferber bûne û endamên Wezareta Parastinê yê hikumeta veguhêz li herêmê belav bûne.
SOHR: Dibe ku Îsraîl teqîna li Humsê pêk anî be
SOHR da zanîn ku heya vê kêliyê sedemên teqînê nayên zanîn. Lê egera wê yekê heye ku Îsraîl ev êrîş pêk anîbe.
Hêzên Îsraîlê derbasî nav gundên Quneytirayê bûn
Hemwextî vê bûyerê, SOHR diyar kir ku hêzên Îsraîlê careke din ketin nav gundewarên Quneytirayê yên başûrê Sûriyeyê û li nêzîkî gundê El Helebî bendeke kontrolê danîn.
Her wiha hejmareke leşker li dora navendeke hêzên rejîma Sûriyeyê ya berê ya li nêzîkî gund, bi cih kirin.