Navenda Mafê Mirovan a Îranê têkildarî bîlançoya darvekirin, binpêkirin û binçavkirinên ji aliyê dewleta Îranê ve raporek belav kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku dewleta Îranê tenê di nava hefteya borî de li girtîgehên Xuremawe, Qizilhesar, Tewrêz, Esfehan û Qezwîn herî kêm 20 kes darvekirine.
Hate hîn bûn ku 2 ji kesên hatine darvekirin, xwepêşanderên çalakiyên vê dawiyê yên gelên Îranê bûn ku Arîf Xuşkar li Kerecê û Mihemed Emînî Dehaqanî li Esfehanê bûn.
Navendê destnîşan kir ku pêla binçavkirina welatiyan û çalakvanan li bajarên cuda berdewam e, li bajarokê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 birayên bi navê Sebah Weledbegî û Newzad Weledbegî hatine binçavkirin.
Li gorî heman raporê di nava şeş mehên borî de jî, herî kêm 167 welatî li parêzgeha Kirmanşanê hatine binçavkirin ku ji sedan 83.8`ê ji wan di xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê de hatine binçavkirin.
Di raporê de hate eşkerekirin ku dewleta Îranê bi komî xwendevanên zanîngehan derdixîne.
Li Zanîngeha Tehranê herî zêde 200 xwendevan ji bo Îtlatê hatine vexwendin û 2 xwendevanên bi navê Emîr Mihemed Kerîmî û Mehyar Îftîxarî bi yek car hatine derxistin.
Li Zanîngeha Ciwankariyê ya Şerîf jî zêdetirî 20 xwendevan dosyayên wan hatine rawestandin.
Her wiha 8 kes jî bi temamî hatine derxistin, li Zanîngeha El Zehra nêzîkî 100 xwendevanên jin rûbirûyê qedexeya ketina hundir û bêparkirina berfireh a ji xwendinê bûne.