Li Rojhilat di meha 7'an de 46 kes hatine binçavkirin 6 kes jî hatine bidarvekirin

Navenda Amaran a Rêxistina Mafên Mirovan a Hana`yê bîlançoya sûcên dewleta Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê pêk anîne, par vekir. Li gorî wê di meha tîrmehê de, 46 welatî hatine binçavkirin, 6 girtî hatine bidarvekirin û 17 welatiyên din jî ji ber sedmên cuda jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojhilatê Kurdistanê, binpêkirinên mafên mirovan ji hêla dewleta Îranê ve, bênavber didomin.

Navenda Amaran a Rêxistina Mafên Mirov a Hana, têkildarî binpêkirinên ku dewleta Îranê di meha tîrmehê de li Rojhilatê Kurdistanê pêk anîne raporek belav kir.

Di raporê de, hatiye diyarkirin ku di meha tîrmehê de herî kêm 46 welatiyên Kurd ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin.

Di nava wan de 6 jin û 3 çalakvanên jîngehparêz hene.

Li gorî raporê, di meha tîrmehê de 17 welatî ji ber êrîşên Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî vê, 6 kolber di encama gulebarana rasterast a hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 4 bûyerên xwekuştinê (2 jin, 2 mêr) û 4 bûyerên qetilkirina jinan a ji aliyê malbatên wan ve jî hatine tomarkirin.

Her wiha li gorî amarên rêxistinê, hejmara kesên girtina wan hatine piştrastkirin, ji serê salê ve gihiştiye 611 kesan.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li gorî zanyariyên hatine komkirin ji serê salê ve hejmara kesên hatine girtin ji 800’î derbas kiriye.

Lê ji bo piştrastkirina wan, agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku di meha tîrmehê de 6 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, bi vana re hejmara Kurdên ku ji serê salê ve hatine bidarvekirin gihîşt 52 kesan.

Li gorî raporê, di meha tîrmehê de li Rojhilatê Kurdistanê di hemû aliyan de binpêkirinên mafan berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye