Bahçeli careke din bang li ‘Mafê Hêviyê’ kir

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli diyar kir ku divê ji bo Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan "mafê hêviyê" were naskirin û got, “Divê Selahattin Demirtaş vegere mala xwe, Ahmet vegere ser karê xwe û Ocalan jî bigihîje mafê hêviyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli, derbarê pêvajoya dawî de nirxandinên girîng kir.

Bahçeli bersiv da pirsên weşanvanê Giştî ya Ajansa Nûçeyan a Millet Sinan Burhan û destnîşan kir ku divê "mafê hêviyê" ji bo Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan were bikaranîn.

"Divê Ocalan bigihîje mafê hêviyê"

Bahçeli di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyê û wiha got:

"Îmzekirina qanûna çarçoveyê pîroz be. Bi vê îmzeyê biratiya me ya hezar salî careke din hatiye nûkirin.

Çi Tirk çi Kurd, ziman û nasnameya wan çi dibe bila bibe, her kesî qezenc kiriye. 86 mîlyon welatiyên me û gelên Rojhilata Navîn bi ser ketine.

Ev proje, projeyeke dewletê ye. Meclîsa me li ser vê mijarê înîsiyatîfa pêwîst girtiye ser xwe. Dewleta me xebatên hewce dimeşîne.

Em ê bi hev re vê pêvajoyê bişopînin.

"Bahçeli di berdewamiya axaftina xwe de li ser rewşa Selahattin Demirtaş û parêzerên wî jî agahî dan û wiha domand:

“Min serdana Selahattin Demirtaş nekiriye. Lê belê bi navbeynkariya parêzerên wî, em bi awayekî birêkûpêk dicivin û ez rewşa wî dipirsim. Ew jî silavên xwe ji min re dişîne. Hiqûqeke me ya baş heye.

Ez dîsa heman tiştî dibêjim, Divê Selahattin Demirtaş vegere mala xwe, Ahmet vegere ser karê xwe û Ocalan jî bigihîje mafê hêviyê.

Divê Tirkiye aram bibe. Hedefa me ew e ku Tirkiye û herêm bigihîjin aştiyê.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye