Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Seri ragihand ku hêzên wan li peravên Yanbuyê yên bakurê Deryaya Sor operasyoneke leşkerî li hember tankera petrolê ya Erebistana Siûdî "Wafa" pêk aniye û bi çend mûşekên balîstîk lê xistiye.
Seri diyar kir ku hêzên wan rasterast li tankerê xistiye.
Her da zanîn ku êrîş di çarçoveya plana "dorpêçkirin beramber dorpêçkirinê" de pêk hatiye.
Heta niha der barê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Erebistana Siûdî ve nehatiye dayîn.