Mûşekên Îranê 2 tanker li ava Îraqê şewitand

Di hemwextî daxuyaniya Trump a "serkeftinê" de, êrîşên Îranî li ser navendên stratejîk ên li ser tesîsên petrol û veguhestinê yên Rojhilata Navîn dijwar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran bi êrîşeke li ser du tankeran li ava Îraqê, daxuyaniya "serkeftinê" ya Trump di şer de red dike.

 

Beriya wê, Îran soz da ku bihayê petrolê bigihîne 200 dolarî bo her bermîlekê.

 

Tehran êrîşên xwe yên li ser tesîsên petrol û veguhastinê li Rojhilata Navîn zêde kiriye.

 

Ev şer nêzîkî du hefte berê bi bombebarana Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir.

 

Duh di mîtîngeke kampanyayê de li Kentucky, Trump got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şer qezenc kiriye.

 

Heta niha, di encama şer de zêdetirî 2,000 kesan jiyana xwe ji dest dane û di bazarên enerjî û veguhastinê yên cîhanî de krîz çêbûye.

 

Buhayên petrolê di destpêka hefteyê de bilind bûn û gihîştin nêzîkî 120 dolarî ji bo bermîlekê, berî ku dîsa vegerin dora 90 dolarî.

 

Di dawiya rûniştina berê de %5 zêde bûn û roja pêncşemê di bazirganiya Asyayê de bi fikarên nû yên li ser qutbûna dabînkirinê, qezencên xwe berdewam kirin.

 

Îranê piştrast kir ku ew dixwaze şokek aborî ya demdirêj çêbike.

 

Berdevkê Baregeha Leşkerî ya Xatem el-Enbiya Îbrahîm Zolfeqarî, roja çarşemê di axaftinên xwe de ji Dewletên Yekbûyî re got: "Xwe ji bo ku bihayê bermîlek petrolê bigihîje 200 dolarî amade bikin."

 

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, duh pêşniyar kir ku 400 milyon bermîl ji rezervên stratejîk ên cîhanî werin berdan da ku ev krîz derbas bibe.

 

Trump got ku biryara ajansê dê bibe sedema daketineke girîng a bihayên petrolê ji ber ku ew vê gefê li ser Amerîka û cîhanê ji holê radikin.

 

Êrîşa Îranê wekî "bersivek rasterast û bihêz a Îranê" li ser daxuyaniya Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, hat pênasekirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye