Rayedarên Swîsreyê ji ber "zêdebûna metirsiyên ewlehiyê" girtina demkî ya balyozxaneya xwe li Tehranê ragihandin.
Swîsre bi dehan salan e ku berjewendiyên Amerîkayê li Îranê temsîl dike.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bernê bi daxuyaniyekê got ku hikûmeta Amerîkayê rêzê li biryara hikûmeta Swîsreyê digire û ji bo dilsoziya balyozxaneyê û karmendên wê gelek spasdar e û wiha lê zêde kir:
“Xebata wan ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê û piştgiriya welatiyên Amerîkî girîng e.”
Hikûmeta Swîsreyê rave kir ku ew ê bi şêwirmendiya welatên têkildar, rêyek vekirî ya ragihandinê di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de bidomîne.
Sefîrê Swîsreyê li Tehranê û pênc endamên karmendan duh bi rêya bejahî ji Îranê derketin.
Li gorî hikûmeta Swîsreyê, gava ku rewş destûrê bide ew ê vegerin Tehranê.
Hikûmeta Swîsreyê nêzîkî hefteyek berê diyar kiribû ku şeş karmendên Swîsreyî û 18 karmendên herêmî li balyozxaneyê hene.
Her wiha 4 welatiyên Swîsreyî di 3´ê Adarê de ji welêt derketibûn.
Swîsre wekî çavdêrê berjewendiyên Amerîkayê li Îranê tevdigere, ji dema qutbûna têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Washington û Tehranê de, li wir nûnertiya berjewendiyên Amerîkayê dike.