Li Sudanê di êrişa li ser kampeke penaberan de 75 kes hatin kuştin

Li herêma Darfûr a Sûdanê li dijî kampa penaberan a bi navê Ebû Şok êrîşeke bi balafirên bêmirov hat kirin û di encamê de 75 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya lezgîn a kampê, ragihand ku roja Înê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) yên paramîlîter ve mizgeftek hatiye hedefgirtin.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku sivîlên di hundirê mizgeftê de di bin kavilan de asê mane û gelek cenaze hatine dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporek nû ya ji aliyê Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ve hatiye weşandin, li Sûdanê di nav 6 mehan de, ji ber tundûtûjiya etnîkî ya zêde, herî kêm 3 hezar û 384 sivîl hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî şerê li Sûdanê wekî krîza koçberî û birçîbûnê ya herî mezin a cîhanê bi nav dike.

Her wiha NY da zanîn ku şerê Sûdanê niha di sala xwe ya sêyemîn de ye ku bi deh hezaran kes hatine kuştin û bi mîlyonan kes jî, ji cih û warên xwe dûr ketine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24