Di êrîşeke çekdarî de 3 Îsraîlî hatin kuştin

Li deriyê sînor ê pira El Melêk Hisên ê di navbera Dîfa Xerbiye û Urdunê de, Welatiyekî Urdunî, êrişeke çekdarî pêkanî û di encamê de 3 îsraîlî hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya destwerdana lezgîn a Îsraîlê (Stêrka Dawûd a Sor) diyar kir ku wan gelek hewldan kirin da ku jiyana wan xilas bikin, lê di dawiyê de, jiyana xwe ji dest dan.

Saziyê eşkere kir ku êrîşkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate kuştin.

Wezareta Derve ya Urdunê piştrast kir ku navê êrîşkar Ebdul Mutalib el-Qeysi ye, wî sê meh berê ji bo gihandina alîkariyan bo Xezeyê dest bi karê şofêriyê kiriye.

Wezareta Urdunê êrîş şermezar kir û piştrat kir ku rayedarên fermî yên Urdunê lêpirsîn li ser bûyerê dane despêkirin.

Desteya Balafirgehên Îsraîlê, ragihand ku Deriyê Pira Qiral Huseyîn (Pira Allenby) wê heya agahdariyeke din were girtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24