Li Rûsyayê erdhejeke bi hêza 7.8 pileyan çêbû

Li herêma Kamçatka ya Rûsyayê erdhejeke bi hêza 7,8 pileyan çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê USGS`ê ragihand ku erdhejeke bi hêza 7.8 pileyî li Nîvgirava Kamçatka ya Rûsyayê qewimî.

USGS`ê diyar kir ku erdheja Kamçatka bi kûrahiya 10 kîlometreyan di bin erdê de çêbû û piştira hêza wê gihîştiye 5.8 pileyî.

Berpirsên Rûsî dan xuyakirin ku hemî servîsên awarte hatine danîn û heta niha jî ti ziyaneke canî nehatiye eşkere kirin.

Her wiha berpirsên Rûsî ji ber îhtîmala pêlên bilind hişyarî dan niştecihên bajêr ku ji deverên lê perav hene dûr bikevin.

Servîsa Hewayê ya Neteweyî û Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê ji bo hin deverên Alaskayê hişyariyên tsûnamiyê dan.

Hefteya borî li Kamçatkayê herî kêm du caran erdhejên bi şîdeta ji 7 pileyî zêdetir qewimîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24