Venezuela ji bo êrîşên Amerîkayê daxwaza civînekê kir

Venezuela daxwazê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike da ku li ser "êrîşa berdewam a Amerîkayê" nîqaş bike. Li aliyekî din, duh Artêşa Amerîkayê bi hinceta narkotîkê êrîşeke hewayî li ser keştiyeke kir. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Venezuelayê roja çarşemê ji bo nîqaşkirina "êrîşên berdewam a Dewletên Yekbûyî" ya li dijî welêtê xwe daxwaza civînekê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Dîplomatekî Neteweyên Yekbûyî jî got ku muhtemele civîn roja sêşemê bê pêk were.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê ferman dabû ku rêya tankerên petrolê yên Venezuelayê ku rastî cezayan hatine, bên birîn.

Ev ji bo zêdekirina zextê li ser hikûmeta serok Nicolas Maduro pêngava herî dawî ya Washingtonê ye.

Her wiha Trump Venezuela wekî rêxistinek terorîst a biyanî jî îlan kiribû.

Hikûmeta Venezuelayê roja Çarşemê daxuyaniya Trump a derbarê dorpêça li ser tankerên petrolê yên qedexekirî wekî "neaqilane" û "gefeke hovane" bi nav kir.

Di êrîşên Amerîkayê de herî kêm 99 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyekî din ve, êrîşên Amerîka yên bi hinceta dijî narkotîkê derdikeve berdewam dike. Artêşa Amerîkayê roja çarşemê îdîa kir ku wan keştiyeke qaçaxçîtiya narkotîkê dike li rojhilatê okyanûsa Pasîfîkê hedef girtiye.

Her wiha di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Bi vê êrîşê re, hejmara giştî ya êrîşên li dijî keştiyên bi bazirganiya narkotîkê tên tawanbarkirin gihişte 26`an.

Di heman demê de, li gorî hejmarên ku ji hêla rêveberiya Trump ve hatine weşandin di encama van êrîşên li ser keştiyan de herî kêm 99 kes mirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye