Çîn-Rûsya: Êrîşên li ser Îranê derveyî qanûnên navneteweyî ne

Piştî civîna her du aliyan, Rûsya û Çînê ragihandin ku hewldanên hin welatan ji bo kontrolkirina karûbarên cîhanê bi ser neketin û daxwaz ji hemû welatan kirin ku rêya çaerseriyên mayînde esas bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî civîna di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Çînê ŞÎ Jînping de ku li Pekînê pêk hat, her du welatan daxuyaneke hevbeş bi zimanê Rûsî dan.

Her du aliyan ji aloziyên li Rojhilata Navîn dest pê kirin û diyar kirin ku rewşa cîhanî her ku diçe aloztir dibe.

Çîn û Rûsya, êrîşên li ser Îranê şermezar kirin û tekez kirin ku ev êrîş li dervî qanûnên navneteweyî ne û wiha gotin:

"Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê qanûnên navneteweyî bin pê dikin û bi giranî aramiya Rojhilata Navîn têk dibin."

Çîn-Rûsya: Kiryarên li ser rêyên deryayî xeteriyeke gerdûnî ye

Di daxuyaniya hevbeş de, kiryarên li ser rêyên bazirganî yên deryayî weke krîzeke cîhanî hate binavkirin û wiha hate eşkerekirin:

"Kiryarên ku ji hêla dewletên takekesî ve ji bo sînordarkirina rêwîtiya deryayî têne kirin, ewlehiya zincîrên dabînkirina gerdûnî û bazirganiya bi tevahî dixin bin xeteriyê."

"Çareserkirina sedemên bingehîn li Ûkraynayê riya çareseriya mayînde ye"

Di hemna demê de her du aliyan banga li hemû welatan kirin ku pergala bazirganiya piralî biparêzin.

Her wiha di daxuyaniyê de rewşa li Ûkraynanyê jî hate şîrovekirin û wiha hate zanîn:

"Ji bo dîtina çareseriya mayînde, çareserkirina sedemên bingehîn ên krîza Ûkraynayê girîng e. Em her du alî jî, bawer dikin ku çareserkirina sedemên bingehîn riya çareseriya mayînde ye."

Di daxuyaniya xwe de Çîn û Rûsyayê, hegemonyaya gerdûnî weke sîtemeke ku nayê qebûlkirin bi nav kirin û eşkere kirin ku divê were qedexekirin.

Çîn û Rûsyayê her wiha niyeta xwe ya ji bo xurtkirina mekanîzmayên hevkariyê û zêdekirina têkiliya di navbera hêzên xwe yên çekdar de wiha ragihandin:

"Her du aliyan tekezî li ser, xurtikirina têkiliyan, kûrkirina baweriya hevbeş ya di warê leşkerî de, baştirkirina mekanîzmayên hevkariyê, berfirehkirina çarçoveya tetbîqatên hevbeş, parastina ewlehî û aramiya cîhanî û herêmî kirin. "

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye