Piştî merasîma "Roja Serfiraziyê" ya li Bakûya paytexta Azerbaycanê hat lidarxistin, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di balafirê de pirsên rojnamevanan ên li ser bûyerên rojane bersivand.
Erdogan li ser nîqaşên nakokiyên di nav Îtîfaqa Gel de got, "Pirsgirêk tune ye". Ez ê vê hefteyê bi Serokê MHPê Devlet Bahçelî re bicivim.
Erdogan ji bo dîroka hevdîtina bi Bahçelî re jî wiha got:
"Ez ê dîrokekê nedim, lê heke em bikaribin bi Serok re têkilî daynin û piştî vegera me ya vê hefteyê bo Enqerê randevûyekê çêbikin,ez ê yan serdana wî bikim yan jî wî vexwînim. Her çi dibe bila bibe, di navbera me de ti pirsgirêk tune ye."
Ji bo îdîayên pirsgirêkan ji sernavan bersivên hevbeş
Devlet Bahçelî di civîna koma parlemanî ya partiya xwe ya hefteya borî de bersiva îdiayên li ser têkçûna Îtîfaqa Gel de wiha dabû:
"Ez jî difikirim ku girîng e her kes bizanibe ku di navbera Partiya Tevgera Neteweperest û Îtîfaqa Gel de li ser armanca "Tirkiyeyek Bê Teror" ti cudahîyek nêrîn an pevçûnek siyasî tune ye.
Rewşek ecêb û taybet e ku Îtîfaqa Gel bi berdewamî li dû krîzan e."
Di heman axaftinê de, Bahçelî daxwaz kiribû ku şandeyek ji komîsyoneke parlementoyê biçe Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
Rojek piştî banga Bahçelî, rojnameya Yenişafak ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi AKPê re tê nasîn, sernavê "Divê komîsyon neçe Îmraliyê" weşand.
Piştî vê sernivîsê, rojnameya Turkgun a girêdayî MHP'ê bi pirsa "Pirsgirêka te çi ye?" bersiv da sernivîsa rojnameya Yenişafakê ya roja berê.