Îsraîl termê leşkerekî xwe bi navê Golden wergirt

Nivîsgeha Netanyahu ragihand ku Îsraîlê termê leşkerê Îsraîlî Hadar Goldin wergirtiye û wê cenezeya wî lêkolîn bikin. Hemasê beramberî radestkirina cenazeyê leşkerê Îsraîlî Hadar Goldin, dawaza derxistina 150 şervanên xwe yên di tunelên Refahê de asê mane, kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Xezeyê di 10´ê cotmehê de agirbestek hate ragihandin, da ku ev agirbest bi cih were Îsraîl û Hemas roj bi roj rehîneyên hevdu vedigerîn.

Nivîsgeha Netanyahu destnîşan kir ku Îsraîlê termê leşkerê Îsraîlî Hadar Goldin wergirtiye û wê cenezeya wî lêkolîn bikin.

Beriya niha, Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku Xaça Sor cenazeyê yek ji girtiyan wergirt û di rê de ye ku wê radestî artêşê bike.

Çavkaniyên Îsraîlê îro ragihandin ku Hemasê beramberî radestkirina cenazeyê leşkerê  Îsraîlî Hadar Goldin, dawaza derxistina 150 şervanên xwe yên di tunelên Refahê de asê mane, kir.

Ji dema ku agirbesta li Xezeyê ketiye meriyetê tevî cenezaeya Hadar Goldin Hamasê 24 cenazên Îsraîlî vegerandine.

Îsraîl ji Hemasê re gotiye: An teslîmbûn an jî mirin

Çavkaniya ewlehiyê ji Kanala 12 a Îsraîlê re got ku çekdarên Hamasê li Refahê tenê du vebijêrk li ber wan hene: an teslîm bibin an jî bimirin.

Îsraîlê destûr daye hin karmendên Hemasê û Xaça Sor ku li deverên di bin kontrola Îsraîlê de li Xezayê lêgerînê bikin, da ku rewşa kesên asê mane binirxînin û agahiyan berhev bikin.

Whitkopf û Kushner wê biçin Îsraîlê da ku li ser krîza Hamasê nîqaş bikin

Girêdayî mijarê hate eşkerekirin ku Nûnerê Amerîkî yê Rojhilata Navîn Steve Wittkopf û zavayê Trump Jared Kushner wê sibê li Îsraîlê li ser pêşketina peymana Xezeyê û krîza hêmanên Hemasê li Refahê nîqaş bikin.

Yvette Cooper daxwaza vekirina hemû deriyên sînor ên Xezeyê kir

Li aliyekî din jî, Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper tekez kir ku pêwîst e hemû deriyên sînor ên ber bi Xezeyê ve werin vekirin û qedexeya ji bo derbaskirina alîkarîyan tavilê werin rakirin.

Nivîsgeha medyayê ya Hikûmetê li Xezeyê berê gotibû ku ji dema ragihandina agirbestê ve ji sedî 28 kamyonên alîkariyê derbasî Xezeyê bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye