Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri derbarê siberoja Sûriyê de ji rojnameya Kuweytê An-Nahar re axivî.
Şeri diyar kir ku ji bo Siwêdayê çareseriya leşkerî li ser maseyê nîne û got: "Federalîzm rêya ber bi parçebûnê ve ye, çareserî nenavendîtî ye."
Şeri: Ji bo Siweydayê destwerdaneke leşkerî ne çareseriye
Şeri li ser aloziya li Siwêdayê jî piştrast kir ku destwerdaneke leşkerî dê nebe çareserî û got, "Pêwendiyên Siwêdayê yên bi Şamê re xurt in, di dema borî de hemû aliyan şaşitî kirine û rêya çareseriyê, ne leşkerî ye.”
Şeri: Di serdema rejîmên berê de neheqî li Kurdan hatiye kirin
Şeri derbarê têkiliyên xwe yên bi kurdan re jî got: "Çareserî li gel Kurdan û xelkê Siwêdayê tenê di çarçoveya yekparçeyiya welat de pêkan e."
Serokê Hikumeta Veguhêz bi gotina, "Ji bilî cudabûnê hemû çareserî li gel Kurdan û Siwêdayê tên nîqaşkirin" deriyê diyalogê vekirî hişt.
Her wiha Şeri qebûl kir ku di serdemên rejîmên berê de neheqî li Kurdan hatiye kirin û got:
"Li ser mexdûriyetên Kurdan ên di serdemên borî de lihevkirinek heye. Êdî mafên wan di nava yek welatî de misoger in."
Şeri diyar kir ku Hêzên çekdar dikarin tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Şeri: Ez ne ji îxwan misilman im, min zerera herî mezin ji daişê dît
Şeri îdîa kir ku ew ne endamê cemaeta Îxwan Misilmîn e û got: "Min zerera herî mezin ji DAIŞê dîtiye."
Şeri ji bo peywendiyên bi Îsraîlê re du şert danî
Şeri li ser mijara peywendiyên bi Îsraîlê re got: "Tenê bi vegerandina Golanê û bicihanîna peymana 1974'an ve girêdayî ye. Beriya vê yekê behskirina peymaneke aştiyê ne mijara gotûbêjê ye."
Şeri destnîşan kir ku Sûriyeyê di serdema nû de wê li ser bingeha 'ne tolhildan, lêborînê' tevbigere.
Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê got ku ew ê bi Libnanê re pêwendiyeke li ser bingeha modela "qezenç bike-qezenç bike" ava bike.
Her wiha destwerdana di kar û barên navxweyî yên Libnanê de û fikra ku di navbera her du welatan de "çemekî ji agir" heye red kir.