Hêzên Amerîkî êrîşî ser başûrê Îranê kirin

Şeva derbasbûyî navenda partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ya li nêzîkî Hewlêrê ji aliyê Îranê ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de 9 Pêşmerge birîndar bûn, rewşa 4 kesan ji wan di metirsiyê de ye. Di heman şevê de, Amerîkayê ji nû ve dest bi êrîşan kir. Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM`ê ragihand ku hêzên wan, li başûrê Îranê êrîşî ser hêzên deryayî û navendên mûşekî yên Îranê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şeveke tije êrîş, bombebaran û mûşekbaran bi ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbas bû.

Li ser maseyên dan û standinê û di konferansên çapemeniyê yên diplomatkaran de behsa nêzîkbûna aştî û lihevkirinê tê kirin, lê li navendên leşkerî û li qadên şer general, Kolonêl, Sipehbûd û Serheng zimanê hêza çekdarî bi kar tînin.

CENTCOM: Armanca me ji êrîşê parastina hêzên me bû

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM`ê ragihand ku hêzên wan, li başûrê Îranê êrîşî ser hêzên deryayî û navendên mûşekî yên Îranê kirin.

CENTCOM, dibêje armanca wan ji vê êrîşê, parastina hêzên Amerîkî ji her gef û metirsiyeke hêzên Îranê ye.

Êrîşî ser navenda PAK'ê ya li nêzîkî Hewlêrê hat kirin

Di heman şevê de jî êrîşî ser navenda partiyeke Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Dareşekranê ya girêdayî Hewlêrê hat kirin.

Malpera fermî ya Partiya Azadî ya Kurdistanê PAK`ê ragihand ku di demjimêr 21:20 de navenda Supayê Milî yê Kurdistanê bi mûşekên balsîtîk û dronan ji aliyê Komara Îslamî ya îranê ve hat hedefgirtin.

Di êrîşê de 9 Pêşmerge birîndar bûn

Di encama êrîşê de 9 Pêşmerge birîndar bûn û birînên 4 Pêşmergeyan giran in.

Partiya Azadî ya Kurdistanê eşkere kir ku ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve û heta niha, 71 caran êrîşî ser navendên wan hatiye kirin, 2 Pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dane û 17 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye