Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Ekrem Îmamoglûyê ku li Girtîgeha Marmarayê dimîne ziyaret kir.
Ozel ku piştî serdanê axivî û diyar kir ew ê di komisyona ku li meclisê bê avakirin de cih bigirin û got:"Yê ku minetê ji vê rejîmê re bike Xwedê bela xwe bide wan û em ê bi serbilindî li ser pêyan bin.
Her wiha Ozgur Ozel destnîşan kir ku ewê ê jî li ser vê îdianameyê re AK Torosan bidarizînin û balkişand li ser bê edeletiya li turkiyê got:" Helbet di nava wan de dadger û dozgeran de yên bênamûs jî hene û gotina min li derî wan e.
Ozel axaftina xwe bi silogana, 'Em ê bi ser bikevin' dawî kir.