Artêşa Îsraîlê Beyrût bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê, êrişî ser herêma Dahiyeya ya girêdayî paytexta Lubnanê Beyrûtê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê, piştî gef li gel xwar ku malên xwe biterikînin, êrişekî esmanî li ser Dahiyeya girêdayî paytexta Lubnanê Beyrûtê pêk anî.

Piştî êrişê dengê teqînan hat bihîstin û dûman ji herêmê bilind bû.

Li gorî  Ajansa fermî ya Lubnanê NNA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî taxa Camusê ya li Dahiyeyê kiriye.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku wan êrişî binesaziya Hizbullahê û êrişî Beyrûtê kiriye.

Artêşa Îsraîlê berê jî ji bo gelek taxên herêma Dahiyeyê ku wekî navenda Hizbullahê tê naskirin, gefa êrişa Îsraîlê  xwaribû.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya 2’yê Adarê de hatibû diyarkirin ku piştî tespîtkirina moşekên ji Lubnanê hatine avêtin, li bakurê welat alarmê lê dabû.

Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand ku li seranserê Lubnanê êrîşên esmanî dane destpêkirin û paytext Lubanên Beyrût kirine armanc û artêşê li Lubnanê biryara berfirehkirina dagirkeriya bejayî dabû.

 Îsraîl li ser Lubnanê ji hewa û deryayê ve êrişan pêk tîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî di daxuyaniya xwe ya dawî de eşkere kiribû ku ji 2’yê Adarê û vir ve, di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hejmara miriyan derketiye 486'an û hejmara birîndaran jî derketiye 1313'yan ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye