Li Bexdayê di operasyona gendeliyê de gelek kes hatin binçavkirin

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi piştgiriya tîmên antî-terorê, li herêma Kesk û herêmên derdora wê yên li navenda Bexdayê, li dijî gendeliyê operasyoneke berfireh pêk anîn. Di encama vê operasyonê de parlamenter, bazirgan û berpirsên bilind ên hikûmetê jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, 14’ê gulana 2026’an, piştî wergirtina erka xwe, di daxuyaniyekê de got ku ew ê têkoşînê li hemberî gendelî û jinûveavakirina hikûmetê dest pê bike.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê, vê sibehê, li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Enbar, Nînewa û çend deverên din, operasyonên hevdem ji bo girtina çend parlamanter û berpirsên peyabilind pêk anîn. 

Rojnewsê, ku xwe dispêre berpirsekî payebilind ê Îraqê, ragihand ku hêzên antî-terorê û firqeya taybet tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine. 

Di heman demê de, hinek erebeyên zirxî û tank li ser sînoran hatine bicihkirin, hemû deriyên herêmê hatine girtin û lêgerîn hatiye destpêkirin. 

Hat ragihandin ku tenê xwendevanên ku nasnameya wan a taybet heye, dikarin derbasî herêmê bibin.

Li gorî agahiyên dawî, proseya girtin û binçavkirinan piştî derketina biryarên fermî yên dadweriyê, dest pê kiriye. 

Di dema bicihanîna van biryaran de, li hinek cihan di navbera hêzên antî-terorê û parêzvanên hinek berpirsan de rageşî û pevçûnên fîzîkî çêbûne. 

Fermana girtina gelek kesên payebilind hatiye dan

Li gorî zanyariyên ku ji medyaya Îraqê hatine piştrastkirin, di lîsteya girtinan de navên naskirî yên qada siyasî hene ku hinek ji wan evin:

Lîsteya kesên ku biryara girtina wan heye:

- Musenna Samarayî: Serokê Hevpeymaniya Ezm (rêveberên ofîsê û parêzvanên wî jî hatine girtin)

- Ferîq Ebdulkerîm Wecîr: Sekreterê taybet ê berê yê Mihemed Şiya Sûdanî

- Ebas Sûdanî: Birayê serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî

- Aliye Nuseyf: Parlamentera Fraksiyona Geşepêdan û Avadaniyê

- Behadîn Nûrî Mebrûk: Parlamenterê Fraksiyona Geşepêdan û Avadaniyê

- Hesen Xefacî: Parlamenterê berê yê Parlamentoya Îraqê

Çavkaniyeke payebilind ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re diyar kir ku ev girtin û binçavkirin piştî mikurhatinên alîkarê berê yê Wezareta Neftê ji bo Karûbarên Parvekirinê, Ednan Cumeylî, pêk hatine. 

Cumeylî di daxuyaniyên xwe de tora herî berfireh a berpirsên payebilind ên ku di dosyayên gendeliyê de cih digirin, eşkere kiribû.

Dadgeha Îraqê jî ragihand ku di çarçoveya bicihanîna van biryaran de, heta niha dest danîne ser zêdeyî 98 milyar dînar û 11 milyon dolarî, tibabeke zêde ya zêr û her wiha milk û xaniyên ku girêdayî vê torê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye