Heyva Sor a Îranê: Ziyan gihiştiye zêdetirî 70 hezar avahiyan

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvend ragihand ku di êrîşan de ziyan gihiştiye zêdetirî 70 hezar avahiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Heyva Sor a Îranê got ku di êrîşên Îsraîl-Amerîkayê de 251 navendên tenduristî û 498 dibistan jî di nav de, ziyan gihiştiye zêdetirî 70 hezar avahiyên sivîlan.

 

Kolîvend her wiha eşkere kir ku di heman êrîşan de, zêdetirî 18 hezar sivîl birîndar bûne.

 

Li gorî daxuyaniya balyozê Îranê li Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor, herî kêm 1,348 kes canê xwe ji dest dane.

 

 Saziyên din ên mafên mirovan wek HRANA, hejmara miriyan zêdetirî 1,700 kesî diyar dikin.

 

Di nav miriyan de herî kêm 204 zarok hene, ku 53 ji wan bin 5 saliyê de ne.

 

Her wiha hejmara birîndaran gihîştiye zêdetirî 18,000 kesan.

 

Zêdetirî 3,200 jin birîndar bûne û di nav kuştiyan de herî kêm 200 jin hene.

 

Ji ber van wêraniyan, tê texmînkirin ku nêzîkî 3.2 mîlyon mirov di hundirê Îranê de koçber bûne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye