Erdogan: Provakatorên dijî pêvajoyê wê negihîjin armancên xwe

Serokomarê Tirkiyê Erdogan li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê axivî û diyar kir ku ew kesên difikirin dê bi provokasyon û xefikan li pêşiya pêvajoyê bisekinin, wê negihêjin armancên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan tevlî "Bernameya Milazgirê" ku li Mûşê hat lidarxistin bû û derbarê provakasoyonên li dijî pêvajoyê axivî.

Erdogan wiha got, ji vir û şûnde dê mirovên vî welatî bi tifaqa xurt, bi awayekî serbilind heta qiyametê di van axan de bi azadî bijîn.

Erdogan diyar kir ku Tirkiyê bi rêgez û aştiyane rê dide dîrokê û da zanîn ku, ew kesên ku difikirin dê bi provokasyon û xefikan li pêşiya pêvajoyê bisekinin, mehkûmî şikestina hêviyan in.

Herî dawî ragihand wekî heta îro ew ê ji rêya xwe venegerin; bi biryardarî, sebr û bi asasî ber bi pêş ve meşê bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye