Raya giştî bi van dîmenan sûcên şer ê Hikûmeta Vegûhêz a Şamê li Nexweşxaneya Siweydayî pêk anî bû hesiya.
Wek her carî Hikûmata Şamê îdea kir hêzên ku vê komkujiyê pêkanîne ne girêdayî wî ne.
Lê vêdiyoyek nû ku sûcên şer ê Hêzên Hikûmetê ispat dike derket holê.
hêzên S`ûriya veguhêz hejmarek ji bijîşkan desteser dikin û yekî ji wan qetil dikin
Di vîdiyoyê de cilên ku kesên li dijî xebatkar û bijîşkan sûcên komkujiyê pêkanîne girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ne.
Yên bi rext hêzên qaşo ewlekariya hûndirîn e, yek jî bi cilên reş li ser cilê wî "Ewlekariya Giştî" nivîsandiye.
Di vîdiyoyê xuya dike ku hêzên Hikumeta Veguhêz dema dixwazin komkujiyê pêk bînin ji xebatkaran yek bertek nîşan dide li ber xwe dide. Lê çekdarên hikûmetê yekser wî dikujin û termê wî bi du xwe ve dikişîn e.
Piştî belavbûna vîdiyo bi demekê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û got:" Tewanbar wê werin cezakirin."
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ji bo komkujiya li peravê jî heman daxuyanî belav kir, got wê sûcdaran ceza bike lê di dawî de roporek ji bo peravê ragihand di tê de rûyên xwe spî kir û ev yek ji aliyê raya giştî ve nehat qebûl kirin.
Dîsa derbarê komkujiya 13ê Tîrmehê de jî behsa avakirina komîteyek lêpirsînê kir da ku sûcdaran ceza bike lê heta niha tiştek li holê tine.
Di raya giştî de hêvî û bawerî êdî bi van daxwûyaniyên Hikûmeta Veguhez a Şamê nemaye.