Amed Spor, dixwaze îsal bi hêz têkeve lîgayê, da ku beşdarî Lîga Premier a Trendyol a Tirkiyê bibe, lewma ji destpêka salê de, gelek guhartin kir.
Rahîner Mihemed Altiparmak erkdar kir û bi hin lîstikvan wek Mbaye Diagne û Dia Saba re îmze kir.
Maça Amed Spor ya destpêkê, bi klûba Çorum re bû, Amed Spor bi encama 2-0 têk çû.
Şîrovekar û footbolnas Yoldaş Yilmaz ji Numedya re nivîsî û ev nirxandin kir.
`Rahînerê Mihemed Altiparmak, Andrade û Moreno li baskê çepê danîn, Diaa Saba li baskê rastê lîst, Aytaç Kara şand pêş û bi vî awayî dest bi maçê kir.
Ew lîstikek bê encam bû, di êrîşê de kêmasiya hilberînê hebû, êrîş û topên li ser baskan tunebûn û Cihên vekirî gelek bûn.
Lîstikvan gelek hêdî bûn, laşê wan giran bû û ji hêla fîzîkî ve qels xuya dikirin.
Di nîva yekemîn de, Klûba Çorum gola yekem bi riya lîstikvan xwe Îzî anî û bi wê encamê nîva yekem bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de, Diaa Saba derbasî navenda lîstikê bû, Andrade û Moreno jî wekî êrîşkarên dualî lîstin.
Bi vî awayî Amad Spor karî maç têxista bin serweriya xwe, lê nikarî ti gol bianîna.
Lîstikvan Moreno bi qerta zer a duyemîn ji qadê hat derxistin û Amed Spor maç bi deh lîstivanan berdewam kir.
Di xuleke 88an de, Klûba Çorum gola duyem bi riya Atakan Akaynak anî û maç bi encama 2-0 bi dawî bû.
Piraniya Lîstikvanên Amed Spor, jûrî 30 saliyê ne, ew jî dihêle ku klûb ji aliyê fîzîkî de astengiyan bikşînin, ji ber vê yekê divê Amad Spor lêvegereke cidî bike.``